← Tüm Şairler
✒
ŞAİR PROFİLİ

Omer Xeyyam

✒ 36 yayınlanmış şiir
0 Takipçi0 Beğeni

Omer Xeyyam Hakkında

Omer Xeyyam adına yayınlanan şiirleri LYRICFIND üzerinden keşfedebilirsiniz.

ESERLER

Omer Xeyyam Şiirleri

36 eser listeleniyor
✒ Helbest

Çarîn 31 (Bide Şeraba Lalereng)

Bide şeraba lalereng û ronakBikşîn ji qirika misînî xwîna wî a çakçiko îro jî şerabê pê veNe ma destekî delal û pak Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 32 (Piyana Te)

Piyana te de yaqûta rohn heye ho meygerDilê min wek yaqûtê geş`ke ho meygerPiyala tejî bide destê min ho meygerDa bi wê canê xwe vejînim ho meyger Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 33 (Bide Şeraba Renggulbiroj)

Bide şeraba reng-gulbiroj ho meygerJi keserê can hat ser lêvê ho meygerDa ko bêhiş bikevim û baz bidimJi hişî û dinê ho meyger Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 34 (Berî Ko Xem)

Berî ko xem şevrabûnê bikeFerman`ke delalê şeraba sor bîninTu ne ew zêr î ho jirê mezinKo ji axê wedigerînîn ji nû ve tînin Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 35 (Dixwazim Tiştekî)

Dixwazim tiştekî ji te re bêjimBi du tîpên gewherîn bo te bêjimBi hevîna te ezê bikevim erdêBi hevîna te ezê jê hilkevim Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 36 (Duh Ber Meyxaneyê Re)

Duh ber meyxaneyê re derbas bûm bê hiş û mestû min pîrek serxweş dît misîn bi destMin ji pîr re got ma tu ji Xwedê şerm nakî hoGo kerem ji Xwedê ye de here şerabê vexwe lo Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 4 (Dinê)

Dinê ji jîna me a peritî awirek eCeyhûn ji hêstirên me ên xwîn avek eDojeh ji cefayên me ên bêtişe çirîskek eBihuşt ji dema dilxweşiya me bihnek e Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 5 (Ewên Ko Durhatî)

Ewên ko durhatiyên zanînê bûnû bi berhevkirina zanînê xetirekên civatan bûnJi wê şeva tarî rê dernexistinçêrokek gotin û ketin xewê Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 6 (Bê Vîna Min)

Bê vîna min ez anîme heyînêJînê ji heyraniya min pêve tiştek zeyde nekirBi zorê çûn û me seh nekir çi bûJi vê hatin û mayin û çûyin miraz Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 7 (Piyana Tejî)

Piyana tejî ya rengê xwe girtîşkênandina wê serxweşek çawa babet dibîneHevqas ser û ran û kêf û destên delalBi hevîna kê gihane hev bi erna kê şikestin Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 8 (Vexwarina Şerabê)

Vexwarina şerabê û şabûnî ayîna min eDestkişandina ji kufr û dîn dînê min eMin ji bûka dinê re got-qelenê te çi yeGo: dilê te yê şa qelenê min e Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 9 (Di Çerxa Dinê)

Di çerxa dinê ya bê binî deBi dilxweşî vexwe şerabê dem bi cewr eKo nob giha dema te ax mekeEv piyanek e ko hemîyan re didin fir kirin bi dor Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn (Ferman)

Ferman to de la weş ciwîyayiş ma deMa to ra hayayêr î bi serxweştîya xo zîTi gonîya merdiman şimenî ma gonîya engûrîEl însaf siltanêm xirabîye ma kamyewî de

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 10 (Ev Rojeke Xweş E)

Ev rojeke xweş e hewa ne germ e ne sarEwrî toz şuşt ji lamên gul û darBilbil bi zmanê xwe ji gula zer re gotRabe dema vexwarina şerabê ye digel yar Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 11 (Ji Hatin û Çûna Me)

Ji hatin û çûna me kar çi yeBerê hêviya jîna me li kû yeDi çerxa canî de çend mirovên pakşewitîn û ax bûn, ma dû li kû ye Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 12 (Gayek Ezmanî)

Gayek ezmanî de ye navê wî PerwînYekî din di bin erdê de xwey nivînWek kûrbînan çavê hişyariyê vekeJêr û jora du gayan garanê keran bibîn Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 13 (Heyf)

Heyf strana ciwanî çikihayeEv bihara şahiyê êdî nemayeEw çûka cejna ko navê wê ciwanî bûHawar çawan hat û kengê firiyaye Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 14 (şerabê Bide)

şerabê bide destê min dilê min tîhn eEv jîna bêbext direve wek bîhn eRabe şahiya dil xewna şevan eRabe agirê ciwaniyê av e yek bihn e Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 15 (Dinê De)

Dinê de xwestekên te sergirtin ma dawî çi yeTe nameya jînê gî xwend ma dawî çi yeBibêj te çawan xwest welê sed sal mayîBibêj sed salên dî jî biminî ma dawî çi ye Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 16 (Em Gî Dilketî Ne)

Em gî dilketî ne û şerabperest inDi kavilî de rûniştine serxweş û mest inJi spehîtî û kirêtîyê wehm û xiyalan dest kişandJi me hiş mexwaz em gî şerab bi dest in Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 17 (Gulrûyê Piyan)

Gulrûyê piyan û şerbikê şerabê bigirePê lêva avê û mêrg û çîmenan bigereEv feleka bêbext zehf rûheyvanDike sed car şerbik û sed car piyan Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 18 (Ev Dinê)

Ev dinê ko çend roj bû pêgehê meJi xemê pêve hîç ne bû destgehê meWey li me pirseke me jî hel ne bûçûn û hezar bêrî man di cergê me Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 19 (Rûroj Rabe)

Rûroj rabe û were ji bo xatirê meHel`ke mişkilekê wek daxwaza dilê meşerbikeke şerabê bîne de em vexwinJi pêş dema ko şerbikan çêbikin ji axa me Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 2 (Veşartiyên Pêşiyê)

Veşartiyên pêşiyê ne tu dizanî û ne ezEv tîpa kewsele ne tu dixwînî û ne ezGotina min û te di paş perdayê de neKo perde ket ne tu dimînî û ne ez Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 20 (Eya Ko Bijartiya Cihan Î)

Eya ko bijartiya cihan î ji min reDelaltir î ji can û çavan ji min reRûrojê ji canî şêrîntir hîç nîneTu sed car ji canî şêrîntir î ji min re Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 21 (Dinê De Berê Dara Rastiya)

Dinê de berê dara rastiya kûr ne gihaLew di wê rê de hemî ne rênezanHer kesî destê xwe bi çiqlekî sist girtiyeîro wek sibe sibe wek roja pêşîn e bizan Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 22 (Wey Ji Wey)

Wey ji wey dilî re ko tê de agir nîneJi bo delaleke rûroj ne dil ketî û dîn eRoja ko bêşerab te ji xwe borandîEv e rûja jînê a windatir bê jîn e Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 23 (Em Îro Dilketî)

Em îro dilketî dîwane û mest inîro dêra spehiyan de mey perest inJi heyîna xwe yekcar dûrketî ne tevû di mihraba elestê de dest best in Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 24 (Meyger)

Meyger kesera min bilindawaz bûSerxweşiya min bêbend û bêgaz bûBi porên spî serxweş im ji şeraba teBihara dilê min ciwan û saz bû Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 25 (Tîra Ecel)

Tîra ecel re ma heye sipêrHiç e lûleperiya zîv û zêrçendan li dinê re mêze dikimQencî qenc e hew mayî bêkêr Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 26 (Jînê De)

Jînê de pesna şerabê lêvzîna min eXeynê şerabê tu tişt ne dilxwaza min eMela ko seydayê tê hiş e xweş beSeydayê te bizan feqehê min e Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 27 (Madam Çûyîn)

Madam çûyin bê guman e mabûn ji bo çiXaçerêya timayê de westabûn ji bo çiHerwekî mayîn tune nebû û nabeBîrkirina çûyinê û dilxweşbûn ji bo çi Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 28 (Spêde)

Spêde ye rabe bo gewherê nazNerm nerm şerabê vexwe bi nay û sazÊn di xewê de veşartî ne zan inJi ên borî kes venagere çûn bê awaz Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 29 (Meyger Binêre Min)

Meyger binêre min dil ji teşqeleyan vala yeşêr hemî çûn nihe daristan vala yeHer şev piyana ezmên kefên şerabê diavêtîro ko noba me ye piyan vala ye Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 3 (Di Nivîna Axê De)

Di nivîna axê de raketiyan dibînimDi bin erdê de veşartiyan dibînimçendan li deşta neyînê mezê dikimNehatiyan û çûyiyan dibînim Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Çarîn 30 (Lêva Avê)

Lêva avê digel piyan şerab û meygerBihuşta min û te ya delal e ew derDest ji gotina bihuşt û dojehê bişoMa kî çû dojehê û hat ji bihuşta zer Wergêr: Kamiran Elî Bedirxan

Şiiri Oku →