Osman Sebrî
✒ 47 yayınlanmış şiirOsman Sebrî Hakkında
Osman Sebrî adına yayınlanan şiirleri LYRICFIND üzerinden keşfedebilirsiniz.
Osman Sebrî Şiirleri
Ho Beg
Ho beg! dibînim pir bêmirês û qels û na sazî,Bê taw û mefer maye di nav yar û neyaran,Milet ketibû kortala bindestî dinalîn,Hîngê tu li ser textê temaşeyê dirazî,Dengê te yê hişk rûyê pirûz ew ditirsandin,Bê şerm te dimêt xûna kesên birçî û tazî,Malê…
Şiiri Oku →✒ HelbestHo Reha Çepel
Ho reha çepel! tev girêk û xar,Ji rûçikên çak hemiyan bêpar,Ola te qelsî, bawerî, derew,Dilê te qirêj bes ziman bedew,Ramanek ne rast bû rêberê te,Ji rûmet vala maye serê te,Naşî bibêjî tu gotina rast,Dikarî bêjî: “ reş e rengê mast ” 02.12.1962
Şiiri Oku →✒ HelbestHo Xort
Ho xort!Xortê kurd.Pêşengê xebat.Hêviya welat.Kurê bav û dê.Ji bo azadî.Ji bo serbestî.Bi şev û bi roj,me divê xebat. Heval û hevrê !Azadî bi dûketin e. Berî her tiştî.Ji her ramanek,ku me bi dûr xe,ji armanca me.Heya em navên,ramanên cankuj,di nav s…
Şiiri Oku →✒ HelbestHo Xwendayê Kurd
Ma zanî çiqas gelê te şaşe?Ji ber şaşiyê gelek li paşe,Ji hezar salan ew her bindeste,Ji ber ku bêvac ramanpereste,Wî ramanek nekir çira derê xwe,Herwekî hefsar êxist serê xwe,Holê bi serî dihat girêdan,Dîl û şerpeze di nava cihan,Nexwest bi serê xwe…
Şiiri Oku →✒ HelbestHuma
Mirovan nizanîn binasin HumaNizanîn, nizanin, ji bo çi, çima?Di vê rê hemî kes wekî hev nebîrKerixîn çi nezan, petixîn çi jîrMe didît gelek jîr nenasîn XudaHinek jê bawermend ji wan bûn cudaNezan jî wekî wan ji hev bûn du birNenasê wî hindik, bawerme…
Şiiri Oku →✒ HelbestJan
Hela Jan !Jana kirêt,Jana zirav ! …PeritandTe ji min her,Cerg û hinav,Tu ketî,Nava serêMiletê min,Nexweş bûnGirs û biçûkTev mêr û jin,Te berdanşaxên di xweHeya bi dilTe gerandCanê di wanTev rîş û kul…Tu jana giranîNavê te nezanî,Bê şik tu neyarîBi ho…
Şiiri Oku →✒ HelbestKerê Dengbêj
Dibêjin li nav şêrwanhebû yekî bazirgan. Wî hebûn hêştir û ker,tev bi hawid û semer. Ji wan dudo bûbûn jar.Nema bi wan dibû kar. Her du berdan dora gund,da biçêrin bibin rind. Hêştir rabû gote kêr:Tu guh bide min camêr, were ji dest mirovan.Em birevi…
Şiiri Oku →✒ HelbestLawê Gel
Lawê gelê min, bes tu ma ye qels û nivistî,Di warê xebat, ji bo welat gelekî sist î ,Bêgane ma ye ji mafê gel, ma tu naêşî ?,Ha xortên cîhan bi hezaran xwe didin kûştin,Holê dikarin gel vejînin bi rûmet û şan,Qîma xwe nanîn bi bindestî, divê aza bin,…
Şiiri Oku →✒ HelbestMaf
Ger zilmê hene top û tifing, keştî û leşkerTêk te dişîne ser xwedîmaff pê re dike şer Ew tev nikarin destên we yên pola bibestinZorbaz ûsîtemkarên keleş têde diwestin Her maf wekî ro nayê veşartin bi tevayîBayek tê dibe ewrên reş, zû dike sayî
Şiiri Oku →✒ HelbestMarşa Aştiyê
Xortê çak rabe zû me divê dilşadî,Serxwebûn, aştî, serbestî, azadî,Van tiştan her divê pir xebat, west û xwîn,Berî me sed hezar, sed hezar têde çûn,Kolîdar bûne har, wan divê ceng û şer,Di vê rê pirr didin dolaran zêrê zer,Agirê şer dadan, Koriya bû …
Şiiri Oku →✒ HelbestMarşa Felatê
Daxwaza me, ramana me, girtina welat,Me jîn navê bi bin destî, her divê felat,Welatê me Kurdistane pêgera şêran,Ew qada şer û nijdan e landika mêran,Ji navê me tête zanîn, şelpên mêranî,Ma hewceye ku em bêjin, cihan dizanî,Ji Keykubat heya digêhe Ast…
Şiiri Oku →✒ HelbestMarşa Xortan
Kurd in em şêrên çiyan in, de bijîn serdest û gûrDoza me tola welêt e, bistînin bi qevdê sûr Heya dih me xwe nenasî, lê îro bûne şiyarDêhrifme sibna Kurdan, çi çiyan lat û zinar Da ciwan qenc zanibit ko, Kurd êdî nabin zelîlNema datînin serên xwe, na…
Şiiri Oku →✒ HelbestMirin
Sibe an dusibe, piştî çendakî,Teqez dê bimrim bi xweşî û çakî,Ji bo çûna min hêvî ji yaranEw nexeyidin zînhar tucaranCendek dimirê, lê can dimîne,Bo tiştên herhe tunebûn nîne,Mirin, vejîne li cihekî din,Ew cih şîrîne, diyare ji min,Gelo ma zanî, ku d…
Şiiri Oku →✒ HelbestNewroz
Bi xêr hatî tu Newroz sersala me kurdan îDilê min her li gel te hêja û sergiran î.Ji çavên te xuya ne dibînim rûgirîn î,Teqez tu jî wekî min pir êş û dilbirîn î.Em dê kînga xilas bin ji zîneta neyaran?Newroza xwe vejînin di destpêka baharanMa têr nak…
Şiiri Oku →✒ HelbestQelsok
Qelsok, ji bo çi hinde tirsok û newêr î ?Hingavt dilê te tirseke xurt çavdaye jêrî !Gava hinekî teng dibe dinya li serê te,Tête guhartin ji rêya rûmetê berê te,Tirsîn di cîhan ne rêya gîhan û felat in,Xurtî, mêranî, her gavê dermanê xebatin,Tirsê tuc…
Şiiri Oku →✒ HelbestSerbilind
Rabe xortê ser bilind roya me wa hilat,Guh bide dengê Kurd tê ye ji rohilat,Guhdarî têrnake, divê em xort û kal,Bi xebat, bi tebat tê bidin can û mal,Canê me bo welat gorî ye her û her,Destê me bi qelem, xencer û şûr û çek,Em hemî yekraman, Pêkhatî l…
Şiiri Oku →✒ HelbestSerdarê Bilind
Serdarê bilind gel te gîhand warê azadî,Têkoşîna te da wan îro rûmet û şadî,Neh salan digel dijminê bêbext û sitemkar,şer bû bê eman, agir di ezmên de dihat xwar,Bombeyên napalm rêl û devî tev şewitandin,Van bûyerên han nedikarîn baweriya teBi serdes…
Şiiri Oku →✒ HelbestSerê Şêr
Bûye meselok di nava kurdan“ Kûzê ji axê nagre ava zêr,Cendekê pisîk navê serê şêr”.Mîrekî kurdan xwedî nav û dengBi xwedî dikir şêrekî çelengLi ber dilê mîr gelek xoşewîstşêr jî hezdikir ji xudanê xweSipartibû wî dil û canê xweCarekê da pê kovîkî si…
Şiiri Oku →✒ HelbestSitî
çiqas bextê me reş û kirête, di nava cihan,Nemane bindest û pepûk û reben ji xeynî Kurdan.Jibo azadîhemî şerr dikin çi reş û çi zer.Her car bi rengek em tên xapandin dûvik û terî,Bê nav û rûmet di nav lingan xwelî û herrî,Gelek dikêşin bi dilfirehî z…
Şiiri Oku →✒ HelbestŞerê Elo
Digot: “ bira tu zanî, min şûr nîne di kalan.şikestîbû di cejinê, berî vê bi du salan,Lê naxwazim bê gotin, Elo maye destvala,Wî ne şûr û ne mertal, di nav koma hevala,Bi kêr nayê dizanim, bi vî gordî nabe şer,Lê divê tu bawer bî, pê dixapin gelek ke…
Şiiri Oku →✒ HelbestTedbîra Mişkan
Li welatê Mêrdînê,di nav gundê Cilînê,pisîkekî xurt û şeng,bûbû xudan nav û deng. Mişk nehiştin di malan,giş revîn qul û çalan. Kîjanê wan dihat der,pisîk xwe zû davêt ser. Welê mabûn mat û gêj.Yekî wan î boçdirêj,digot: Gelê hevalan,em girtî man di …
Şiiri Oku →✒ HelbestXanîme
Ya reb tu tenê li min bi yarbe,Ev dinya bila li ser min barbe,Tu şînê bide min ez nawestim,Dê hezar salî welê rawestim,Heşt salin te xistim bin vî barî,Ez kirim dergehvanê vî arî,Ne min dikuje ne min dijîne,Her dem dilê minî bibirîne,Gava dibare weke…
Şiiri Oku →✒ HelbestZiman
Dil pir dixwaze ku Hêvî hêviya kurdanbe,Di warê ziman û zanistî her xwedî şanbe,Zaravayên me bighîne serhev di pêşende,Kurdan nehêle di nava cihanê şermende,Heya bi îro em tenê bê zar û ziman bûn,Di nava gelan pir bi şûnda gelek nezanbûn,î ro jî dibî…
Şiiri Oku →✒ HelbestZozan
Zozanê me bilind inTev bi zevî û gund in Di wan hene avên sarJêkênabin ber û dar Raxerên wan gulçîçekTeyr û tû tê de lek bi lek Havînan em diçin wanTevî koç û pez û gan Derbas dikin rojên germLi ser wê nefela nerm Dilîzin her direvinHeyanî koç dakevi…
Şiiri Oku →✒ HelbestMenewş
Min navê wê pirsî MenewşBi saw û suhn dihat bi meşBerdane min du çavên reşAqil ji min kir tewş û mewş Ji suhna wê ez tertilîmJi hel ketim zû bertilîmLi ser rêya xwe şerpilîmBo nihêrîna wî rûyê geş Fêrişte bû hat ji buhiştWek lehiyê pêş xwe dimiştBi a…
Şiiri Oku →✒ HelbestLi Pêşberê Yarê
Delala min!Di rûpelên jîna xwe de, ev bû cara duduwan ku bi ber pêlênhezkirinê dikevim. Bê şivîşk nifşa paşîn, perê tava teyroka te li min da.Di vê de ez nizanim gelo heqê te û min li ser min e; an heqê min ûgazindan li ser te! Divê ku vê yeka han tu…
Şiiri Oku →✒ HelbestKeça Min Hîvron
Sersala te min ne dît va hat sersala cîhanGelek bi nav û deng e nemaze li nav KurdanXort û mendal radibin digerin ew ref bi refPîroz dikin gundiyan digel wan zirne û defEw xortekî zirfîze vedibjêrin dikin hirçSer çavên wî reş dikin pişt û sînga wî te…
Şiiri Oku →✒ HelbestAla Rengîn
Min divê her tu bilind bîAla rengîn kesk û zerHim xweşî him ceng û rûmetTên zanîn ji sor û gewrDûr nêzîk ezê te hildimTu yî xemla banê minGer bivê derman mirin bîBo te gorî canê minSê salan bi te kêfxweş bûmAgrî, Zîlan, TendûrekLi pêş suhna te bûne a…
Şiiri Oku →✒ HelbestAzadiya Kerê
Nêrîkî kovî hilmeştî û şeng,Hate wî pêjna zirîna kerê,Dixwest bizane ka kî dizirî,Hew dît kerê reş dike qoreqor,Li ser pişta wî kurtanê kevnar,Di histû zengil, di serî hefsar,Hate nik kovî gelek sergiran,Digote kovî : “ tu çi teba yî ?Bêkes li çolan …
Şiiri Oku →✒ HelbestBa Xetê Rewşa Bindestiyê
Di gelên bindest peyayên gewre zû zû ranabinKesên xwe nenas bi azadi yê nizanin şabin,Bindestî kirête, rûmetê dişo ji rûyê merov,Kesî nediye tiştek heşîn be tucaran bê tov,Tovê hat reşîn, di welatê min, bi destên qirêj,Pirr pîsî şîn bû di nav nîştima…
Şiiri Oku →✒ HelbestBahoz
Wa ha!Va ye hat ba!Hu...v...Hu...v...Geh bayê reş,Geh bayê kur,çiya.Newal,ZimagBi hev re yek dengDikin gure gurDu bayên sarRadihêjîninGiya û dar.Hu...v...Hu...v...Yek ewran dicivînÊ din ji hev direvin,Dikin şerBi awir.Yek bûye HurmizRûgeş û li ken.Ê …
Şiiri Oku →✒ HelbestBerdêlik
(Ji Qerdî Canê Canbira re) Jiyîn xweşe bi xurtîLi Kurdistan bi KurdanBav û biran; çi bikim?Hemû min tê bi dirdan.. De rabin li me tu zanîRim nîne giş nizanîXopan kirin KurdanîEv teral û nezanan Hawarê, xweş awakirDilê Kurdan pê şakirZar û ziman ava k…
Şiiri Oku →✒ HelbestBersîva Hoşeng
Hoşeng!Roniya çavê min,Pandiyê navê min,Hêviya min a pêşîn,Di nav pêrêyên jîn,Divêm çend peyvan li gel te bikim. Bê qirên û dengNizanim wa ji te dipirsim;Ka te tiştek nasiyeWek kesên bîrbir,Jêhatî, eznawir,Ji êşa welatWarê xebatDerd û kulên min.Nabêj…
Şiiri Oku →✒ HelbestBi Xêr Hatin
çivanên me, çivanên me bo pêşende gelek rastin,Heyîna me, giyanê me bi vî rengî tê parastin,Bê dîtin, peyv û rûniştin çawan dê binasin hev,Bê nasîn em nikarin qet xwe bighînin xebata tev,Divê yekdest digelhev bin bi derdê xwe biramin em,Di nav cîhan …
Şiiri Oku →✒ HelbestCejnepîroziya Welato
Dizanim cejne hat îro heval û hogirên te gişkDirevin himbêza bavan nola berxan û makan pişk,Bi vê ve hevde cejnên me kuta bûn holê dûrî hev,Ko bextê reş weka termê rojên me kirine tarîşevTe îro ne dêye ne bav hemî biyan stoxwarî,Tu bê qey ev ne bes b…
Şiiri Oku →✒ HelbestÇep
Ez bi xwe çepim çep dimeşim, dê çep bimînimBi ramana xwe di çepiyê qencî dibînim,Ne bi terî bim ji bo çepan doza xwe berdimGava bixapim di vî warî teqez ne merdim.çepê mafê min bi zor bixwê ew kolîdare.çawan di be çep? Ne mirove, ew segê hare,Neyê bî…
Şiiri Oku →✒ HelbestÇil
çil sal kuta bûn ku ji axa welêt cuda meDûrî heval û hogiran, him dost û bira me,Welat çi xweşe, bax û bostan, tev çem û rûbar,Lê ez bi xwe her evîndarê tehtên çiyameEw lat û zinar, tim keleha mêrxasên min bûnçi qas di nava kuntarên wan ez geriyameCi…
Şiiri Oku →✒ HelbestDayê
Bi erd û ezman, bi navê xwedêNizam bi çi rûy dibêjim yadêMin tu hêlayî dilkul û xemxwarJi lewre îro şermende rûsarTînim bîra xwe salên ku borîJibo kama min çer bûyî gorîGoriyek bêdeng, bê gilî, gazinTe pirr êş dîtin bo armanca minJi min kiz nebû dilê…
Şiiri Oku →✒ HelbestDeylan
Hê !!? ji min dil herişandê,Suhtiyê arê teme,Hiş û aqil şewişandê,Sews û bîmarê te me,Bêt li min binhêr çi roje,Eşq hinavan pir disoje,Zar kû neyarê te me,Her çima ji min bi nazî?Ji bextê kembax her digazî,Bes nîne ev xêrnexwazî,Xweş mîvandarê te me,…
Şiiri Oku →✒ HelbestDibistan
Destpêk bi navê Yezdan,ev e diçim dibistan. Divê êdî bixwînim,bo rastiyê bibînim. Da her tiştî bizanim,heya ku pê bikanim. Berî vêya gelê min,nezan mabûn mêr û jin. Daketibûn hêla jêr,reben pepûk û bêkêr. Lê ji îro bi şûn da,di nav bajar û gunda, Her…
Şiiri Oku →✒ HelbestDîcle û Firat
Nizam bû çiqas bê dilê xwe dûrî welat im,Ji dil û kezeb evîndarê Dicle û FiratimEv çem ji bakur dadikevin wek du rehên jînYek ta Bîrecik, yê dî diçe nav diyarê ZînMelê Cezîrî îlhama xwe ji wî çemî distandGelek mirarî di peravên Dicle de civandEhmedê …
Şiiri Oku →✒ HelbestEvîn
Hê warê ku biyan bû yanzde salan ji bo min,Ne hezkirina delalan ne serdilk ne yar û jin,Ew pêl ji emrê şîrîn borî di deryayê xem,Tev diltengî zîvarî bi dijwarî û elem. Wek rêwiyê pir westî, bêzar bûbûm ji jînê,Kê bîr dibir binêre li deftera evînê,Me …
Şiiri Oku →✒ HelbestFeleka Bêbext
Feleka bêbext şikand darê minNema kes rûniştî li ber arê min Ji du hezar sal hey bi îroAzadî nema di nav warê min Zorkerên bêbav bi fend û xapanDi berhev xistin dost û yarê min Qenc û çakên min tev dane kuştinQelandin riça karguzarê min Serek û rêber…
Şiiri Oku →✒ HelbestGurê Pîr
Dibên li nav Xidirsor,di binhêla Kawê jor,gurek bûbû pîr û jar.Pê nedibûn raw û kar. Dît gurekî pişt hêşîn,şeng û oflaz û narîn. Piştî hal û xatiran,şor kirin her du guran. Yê pîr digot: Birazî!Tu mêrekî xêrxwaz î. Rawekê bo me daxî,sifra xwe li vir …
Şiiri Oku →✒ HelbestHalê Welat
Divê tu zanibî, ev bûne sê salMin nedît xwîşk û bira, xelkê di malNe me dît axa welat, pîra dîyan,Ne vexwar kewsera gewr ava çîyan,Dipirsî îro ji min halê welat,Dê bêjim jê diçin sed agir û pêt,çi çîya, deşt û newal, rêl û zimag,çi bajar, gund û kela…
Şiiri Oku →✒ HelbestHemreşê Reş
Di rêya jînê xwendine bes çeka di dest me,Iro bi xweşî dibhîsim ew çek kete dest te,Hoşeng dibêje: Hemreşî xwendin wa xilas kir,Ji nameya wî ev mizgînî îro me naskir,Ji dil dişînim pîroziyan ji bo çavê te,Dê pirtirî min dilxweş bibin dê û bavê te,Him…
Şiiri Oku →✒ HelbestHeyfa Kalemêr
Digot yekî kalemêr bi hezrîng û pirrkeser,Nizam çima xortên me nadin ser şopa rêber,Vaye pênc sal kuta bûn gihaye sala şeşan,Doza mafê Kurd dibe ji zorbaz û keleşan,Li Behdînan û Baban rabû şoreşa rengîn,Bi lehengî şer dikin di cihanê bû dengîn,
Şiiri Oku →