Sadiq Ferhadî
✒ 41 yayınlanmış şiirSadiq Ferhadî Hakkında
Sadiq Ferhadî adına yayınlanan şiirleri LYRICFIND üzerinden keşfedebilirsiniz.
Sadiq Ferhadî Şiirleri
Te Can Daye
Te can daye li te helbest biwêjimDubeytî rind, qezel yêkdest biwêjimHema na, nabe natê awirên teWiqes zinde, wiqes jî mest biwêjim تە جان دایە ل تە ھەلبەست بوێژمدوبەیتی رند، قەزەل یێکدەست بوێژمھەما نا، نابە ناتێ ئاورێن تەوقەس زندە، وقەس ژی مەست بوێژم…
Şiiri Oku →✒ HelbestWere
Were ta ber ve te per verxinim ezHemêzek şê`rê perper verxinim ezBihêvûsim zimanê çavê aşiqKu ta ji awiran ser verxinim ez *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestOcaxên Mala Me
Ocaxên mala me hîn wi elaw inBiroşên ser wi ar, tiji pelaw inXewê vî xelka her şev tiji xewn eXiyalên xelkê hespê bê celaw in *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestBiwêj Min Ra
Biwêj min ra te ji şûna evînêÇi berdaye dil û berdaye xwînê?Nizanim va çi arû hîn jî hakaLi çavê min zewale têne dînê *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestHeway Dil
Heway dil tiji ye li xwa gudar imŞemalek bêwe mala ku bibarimÇi heykat e li ara êr û avê?Şevek barîme hîn tendûrek ar im *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestNebînim
Nebînim te ji giştan xwariye têrDiya heft lawê ji lawan nedî xêr!Titûna qussê min çavê te şewtandDil û destê te emma germ nekir êr *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestTerim Paşe Royê
Terim paşe royê, berve şevên reşMi qurbet kin! bibaxşînin! Royên xweş!Terim ta dû te ra kes min nebîneNebînin çavê min jî va royên reş *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestÇiqes
Çiqes (Behmen) dilê min da hene hînÇiqes (Lê yarê) li gewrî te ne hînVeger (Gulnar)! veger! aşiq bimênîVeger (Xêwe-Bixara) yên me ne hîn *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestŞivab
Şivan îşev biwe min bîne bîneBiwînim ku berantê min kê dîneBigerrim li dilê bêser beranteDilê ku dil bi dû me hîne hîne *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestDil û Dengê Te
Dil û dengê te li nav êr dibînimDu çavên te ji heynê têr dibînimKezeb-çavê mi jî mîna te xwîn inHema ez kurmê dêr ji dêr dibînim *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestXicaw
Xerîb û dest wi berda, dil bişûndaBerê min rû li dil, dil li çiyê haDinalim, bang dikim, digrîm, nizanimXicawa min li paş kîjan çiyê ma *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestSer û Pay
Ser û pay canê min jan û şewat inTenê ar û birûsk ber ve mi hatinJi bîr nakim ku mala min dişewtîBirên ender firîgên xwa dipatin *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestMi Çav Avîtine
Mi çav avîtine ava simarêDil û destê mi jî narin ti karêDilê min sari sari sari sar eGerim kim vî ocaxa pê çi arê? *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestLi Halê Dil Bipirsin
Li halê dil bipirsin rind e xelkoJi janê dil bitirsin rind e xelkoE jî mîna we me ,her salê carêÇikapek sa dilê min rind e xelko *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestHewayî Me
Hewayî me hewayî li hewa teJi dest xwa ser hilînim bêwme ba teDilê min ku birûskê dadê û birSerê ser li hewa tînim sewa te *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestWere Ta Torxe
Were ta torxe dîsa ser hilîninWere ta durne ji koçê nemîninTu bêwî bulbiya jî têne malanSewa xwa hengê (Lê yarê) dixwînin *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestDilê Min
Dilê min tijî ye, yê asimîn jîHewa hay gurmijî hate zimîn jîHewa barî û barîm ez jî emmaDilê me herduyan da maye hîn jî *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestJi Min Qeyr
Ji min qeyr ez evînê tişt mexwazinEvîndar im, ji dînê tişt mexwazinZiman ar e, dil ar e, pirti jî arDişewtim, cuz revînê tişt mexwazin *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestWere Ser Çavê Min
Were ser çavê min, kanî zelal eBiwîn li çavê min dinya delal eDelala min bitirs kûzê te neşkêDilê vî rozigara textesal e *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestTu Şa Yî
Tu şa yî ez mirim, destê te nêşeJi bîra xwa birim, destê te nêşeMi got malê te ava! ez xirab imTe rind ez çê kirim, destê te nêşe *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestWelatê Min
Welatê min! welatê destê xalî!Welatê çavê berda darê qalî!Dilê te tijî ye, çavê te têr inWelatê hesti têr! Sa çi dinalî? *ji kurdên xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestWelatê Min 2
Welatê min! welatê kûçebaxanWelatê sond dixwarin wi ocaxanBiwêj arek li ocaxek dişewteÇirên kêmso wi êr in hîn li taxan? *ji kurdên Xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestBilindbejnê
Bilindbejnê! bilindtir te dixwazimJi halê îro rindtir te dixwazimNewînim dest wi ber da yî, tu merx î!Ji her merxê bilindtir te dixwazim *ji kurdên Xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestTu Kobanî
Tu Kobanî, mezarê heft birê minTu navê bav û bapîr û girê minDibarim ser te da helbest û hêstirBigir pê hûçikê xwa hêstirê min *ji kurdên Xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestDu Destên Te
Du destên te kewût in, aşiq û sîsDilo rabe sefîrên işqê ramîsDu destên te du desmalê hevirmişLi wan desmalê sîs navê mi binvîs *ji kurdên Xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestNeşewtim
Neşewtim ez eger manendi tavekNeşewtînî li şev îşev tu bavekNizanim kî dibîne hêstirên meŞevê tarî ku çav nabîne çavek *ji kurdên Xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestWere Jinyan Mi
Were jinyan mi sergizdan ke hevvaWere sêvek ji darê jê ke disaEzê ji vî dina jî westiyameWere belkum biqewtînin mi jivra *ji kurdên Xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestJi Ser Berfê
Ji ser berfê zivistanek si saliŞemalek tê û piştê min dimaliDil û destê mi ra jan hatin emmaElaw tunne li ocaxê ti mali *ji kurdên Xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestNizanim
Nizanim Tirkû ya Kurmancû ya TatTenê zanim ku hat û nanê min patEvîn jan e evîn ar e zewal eÇimanê va zewala sa mi ra hat *ji kurdên Xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestDixwazim
Dixwazim ku şevek mîna şivanêBilorînim muxama Durne canêJi bîra xwa û xelkê dizzikaneHerim ta kûçebaxên Rezmeqanê *ji kurdên Xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestEger Jin Tunne Bin
Eger jin tunne bin ku hest tunîneEger hest tunne be, helbest tunîneJiyan bê hest û helbest sari sar eJiyana sip û sar da mest tunîne *ji kurdên Xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestXwedêyo
Ne min kiştî ne jî sahil mida kirKu mocê gêşte sahil bê ecil mirQerara min wi dil va bêqerarîXwedêyo! lengerê dil sa mi dagir *ji kurdên Xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestÇi Rind e
Çi rind e tev li hev bin ba û baranÛ panavek bigîne hev simaranEvîna min! li piştê min çiya yîÇiya nagêjine hevdu ti caran *ji kurdên Xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestEnel-işq
Ne şê`r e, va şeraw e, noşi can keEnel-işqê ji dû ra rabe ban keŞeraw û şê`r li ber tavek kelîneSewa mestî tu hay li herduyan ke *ji kurdên Xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestHezarmizgeft
Hezarmizgeft jî bê te bûye TeftanÇi bê refş in giya û tûm û hefşanBihar, urdîbihêşt, urdîcihenemÇiqes mîna hev in sa halê weyran *ji kurdên Xorasanê
Şiiri Oku →✒ HelbestSewa Te
Xwedê livra, evîn livra, tu livraJiyan îro ye mavêje siweyndaRê û raman û hespê sîs û hêvîSewa te çav li rê ne, ra be ser xwa *ji kurdên Xorasanê
Şiiri Oku →✒ Helbest20 Çarîn (Şemalek Tê)
Çarîna 1êŞivan im ez li hêrî hemberê teDiçêrînim xiyalan li çerê teGerê rawim xewê gerya li çavanMexel kim satê li ber sî serê te Çarîna 2êZivistan bû, royek hatî ser avêDu çavên te temûzîtir ji tavêMi şê`rek sa te li berfê nivîsîTe ku lê ifkirî hate…
Şiiri Oku →✒ Helbest20 Çarîn (Nazenînê)
Çarîna 21êTu rakev rinda min, ez pa dimînimPerestar im, birînan va dimînimTu rakev bexta min, malava, xew xweşMepirs sa çi li vî dinya dimînim Çarîna 22êTu rakev rinda min, xew rind e sa teSiweynda ku dixwazim bêwme ba teDixwazim sorgula xwa şa biwîn…
Şiiri Oku →✒ HelbestSer û Çavê Te
Ser û çavê te mest, sînga mi agirDu destên (alegîz)ê dil ji min birJi tay dil da mi tu hesret kişandîŞemalê hesretê arê mi dîn kir سەر وو چاڤێ تە مەست، سینگا م ئاگردو دەستێن (ئالەگیز)ێ دل ژ من برژ تای دل دا م تو ھەسرەت کشاندیشەمالێ ھەسرەتێ ئارێ م دین…
Şiiri Oku →✒ HelbestXwedê Zane
Xwedê zane ji xwa jî westiya meJi manê westiya, ji çûnê mameSibê ta şev xiyalên xam dipêjimŞevê jî ta sibê heyran û pa me خوەدێ زانە ژ خوا ژی وەستیا مەژ مانێ وەستیا، ژ چوونێ مامەسبێ تا شەڤ خیالێن خام دپێژمشەڤێ ژی تا سبێ ھەیران و پا مە
Şiiri Oku →✒ HelbestGiriftarê Xwe
Giriftarê xwe û xwarê xizîn inJi cîn têr in hema li bendê nîn inXemê nîn xwariye canê me xelkoJi sifrey dil xemê nîn daweşînin گرفتارێ خوە وو خوارێ خزیننژ جین تێرن ھەما ل بەندێ نیننغەمێ نین خواریە جانێ مە خەلکۆژ سفرەی دل غەمێ نین داوەشینن *ji kurdên …
Şiiri Oku →