Ciwan Haco
ŞARKI SÖZÜ

Pero

Ciwan Haco
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Nizanim çima ji min hez dikî
Çiyê min heye te şa dikî
Ji vî dilê tirsonek yar
Çi hêviyê texmîn dikî

Ew çavên min î girs û bedew
Gelek caran şikestî ne
Ew dilê ku tu dixwazî
Ji singa min derxistine

Ka binêre li çavê min
Mêranî tê de kuştine
Newestîne wan çavên xwe
û dilê xwe nexapîne
Ez nikarim ji te hez bikim

Ma tu halê min nabîne
Rêka min dûr û dirêj e
Ne min ne xwe nexapîne

Gotin : Hekîm Sefkan
Muzîk: Ciwan Haco

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.