Ciwan Haco
ŞARKI SÖZÜ

Zîlan

Ciwan Haco
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Silavên germ li te
ey hevala Zîlan
te canê îro hilweşand
ji bo kurdistan

dengê te gihişta
ezmanê heftan
ne tenê li nav gelên kurdistan
belê li nav hemû gelên cihan

(Dîsgotin)

de zû bikin bi baweriya te xwar
te serî hildan li hember dijmin
desmala li bejna te rêskim bixwim
te da dijmin tirsek mezin,giran
çavên te da xezaba dijmin
silavên germ li te ey hevala zîlan
te can îro weşand ji bo kurdistan

zaro bû ji dinyayê de
dengê dapîra wi melûl her tim di guhê wê da bû
ew mezin bû niha, dengê dapirê qet ji guhê wê ne çû
ew dengê hisarêbûnê de keçam in xwedê tola me ji wan hilîne
hemû jin,mêr, pîr û ciwan civandin devê mîtaryolzan li wan girêdan
paşî bi singîyan her çiyê sax bûn temam kirin.
kîna ev dilê wan ne bi meriv. agir berdan reşan, wisa bi sedan gund û bajar
keçamin ev e çîroka gelîyê zîlan. emanetê vî çîrokê ji bîr nekê.

nikarim ez bidim pesnê te zîlan
çi navê ez bêjim li te tim bi guman
bêjim her bijî gula kurdistan
tu bûy serhildan tu bûy berxwedan tu bûy şehîda gelê kurdistan
silavên germ li te ey hevala zîlan
te can îro weşand ji bo kurdistan

sal çûn. geş bû jîn, lê dengê dapîrê mîna zingilê ji guhê wê ne çû
xwe bi navê pêra pêça. çoş û heycan dengê dapîrê di guhê wê da
dûra qelêbî di nav rêfen mêrkuj in gelîyê zîlan.
hevalno ev e çiroka zîlan.emanet e vê çîrokê ji bîr nekin.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.