Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Bexçê Gula

🎵
Şarkı Sözleri
Ez çûme nav bexçê gula
Zanim ku min berdaye rê
Guhdarê dengê bilbla
Ez xweş di zanim vê sirê
Ev reng Q deng û av û dar
Vê kir li min xweş kir buhar
Anîna ber çavê me yar
Ketme xeyala dil berê
Ketme xeyala hûr û kûr
Awir min avêtin li dûr
Nake li min bû şewq û nûr
Dilber ji bircê daye rê
Derket ji nav Bircê meşî
Ava çema qet ne xweşî
Sorgul ji ber şerma weşî
Ez dame ber yek awirê
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum