Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Em Hemî Pêşmergene

🎵
Şarkı Sözleri
Em hemî pêşmergene
em li xwe pir ewlene
serfraziyê dixwazin
em ne bend û kolene
hey setemkar hey teres
ma heya kengî ne bes
miletê kurd va şiyarbû
tevde jîr û xwendene
roj hilat wa çûye şev
gel hemî dest dane hev
tev dikin kar û xebatê
ew li pey doza xwene
miletê kurd namire
qet ji vê rê nagere
her wekî Tîrêj dibêje
çerx û dewrana mene
Helbest: Seydayê Tîrêj
Muzîk: Mihemed Şêxo
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum