Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ez Bûm Ferar
Mihemed Şêxo
ŞARKI SÖZÜ

Ez Bûm Ferar

Mihemed Şêxo
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ez bûm ferar dûrbûm gelo ji yarê
Qet dost neman tev bûn neyar bi carê
Dewran limin ew çep gerî lipaş dibarê
Bûm wek gumok hêsirên min tim dibarê
Ez wek gûyîn tim roj û şev dinalim
Ez mam biyan bêkes û bê şev dinalim
Ez bûm wekî kalê temen buhûrî
Rê dûre bi meş ta qet nema û nikarim
Dinya zivistan pir bi ba bahoz
Berf sipî sar tê bi mij û tev toz
Şev reş û qir şaş bûm ji rê bi der çûm
Kopal min girt piştê me xwar û pir xûz
Birçê û' tî derdê giran bi ser de
Sersem û gêj şaş bûm herim bi kurde
Pir dem wekî Mûsa li Tûr mi bakir
Carek xweda min qet nedî te cabda
Tae't, nimêj ma ey xweda ji bo çi
Jîna me tev tae't mi kir bi qencî
Dawî temen ez mam feqîr û bêwar
Ez wer nexweş bêkes hejar û birçî
Barê giran îro çima li ser min
Tev rê tewer şaş kir hemî liber min
Yarê kirim wê Bêbuhar te yar da
Dil xweş ne kir derd zêde kir ji bo min

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.