Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Iqbala Belek
Mihemed Şêxo
ŞARKI SÖZÜ

Iqbala Belek

Mihemed Şêxo
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Li çil ûşeşê xwazgînî hatin
Li şêst û yekê berbîkî hatin
Binkê dildariyê dîsan medana
Iqbala belek palek wêrana
Hat xwazgîna min parta dîmoqrat
Sîh û sê hezar şehîd da xelat
Dawet kirêt min ave bûn bira
Xêzvan û cotayar û pale û dektora
Lawçet bîrêt min ne hêzevan bûn
Xwendiyêt min bîst û yek hêzbûn
Ez bûme derya ji xwîna şehîda
Gemiyek wan çêkir ji hestiyê şehîda
Xatir ji min xwest van genc û lawa
Bê hizir û tekbîr nizanim çawa
Dîsa bizyabek davêt perya min
Dîsa agirek kete dilê min
Vê parta delal hevala ez xwestim
Belê dijminan va ez guhestim
Va ez guhstim bêkes û semyan
Bê xeml û rewş û awaz û dîlan
Dîsa hevalên xemla min behî
Dîsa min şîniyê nîhar û behî
Dîsa ji nişkde ez bûm yara xelkê
Dilê min rawest hawar te kengî
Tu min ne hêle ez ketme bextê te
Ez her dimînim li civaniya te

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.