Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Koçê Me Bar Kir
Mihemed Şêxo
ŞARKI SÖZÜ

Koçê Me Bar Kir

Mihemed Şêxo
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Koçê me bar kir danîn li zozan
Ew pir bi min xweş tev mêrg û çîman
Hatin ji dûrde wan pir vegirtin
Dijmin li dor min çadir û sîwan

Rembaz ji dujmin wan rim hejandin
Hatin liser min wan şer gerandin
Ez bûm birîndar tev ga û pez çûn
Sorgul û nêrgiz wan tev weşandin

Dotmam hat li ser min hat û girîye
Gotî bi min re halê te çiye
Kolak ji dijmin dotmam bi r û çû
Kes pê nizane wê kud biriye

Mi çav vekir ax, ma ev çidewran
Torîk û rovî zorkir li şêran
Heyfên li lawê Rustem û Xusro
Werman di xewda qut bûn ji mêran

Rabûm ji nû kir qîr û hewar
Piştî ko ez mam bê cî û bêwar
Dizên reşik xas, toran û îran
Girtin ji min war qutbûn li min zar

Dev za û tî bûm bîngol jiyan çû
Ez wer nexweş mam diktor kude çû
Wek min gelek çûn tev de di vê rê
Namûs nema wer ket bin nigan çû

Tevda ji destên xapok û oldar
Rihnî li min bû tarî û êvar
Meydan çi vala mawer bi dijmin
Derdek li imn vala ket pirêş û dijwar

Zarok biçûkin ez war şiyarkim
Xewndin li wana tev de bi barkim
Heyfê min rakin, dujmin belakin
Bûm Bêbuhar rabim nû warkim

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.