Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Yarek Min Heye
Mihemed Şêxo
ŞARKI SÖZÜ

Yarek Min Heye

Mihemed Şêxo
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Yarek min heye bi navê jîne
tor û nazenîn ji min bi kîne
qelenê giran ne bi zêr û dirav
ji min dixwazî tim jî û xwîne

ma ez çi bêjim ko ez razîkim
li çar birê xwe ez gazîkim
ji min jî û xwîn ji bo nêvîkim
li ber pozê min gulek bibîne

bo bîm evîndar ne hat û ne gav
bi ser dilê min bû jana zirav
vegirt hemî can ta dil û hinav
jîna bê evîn bawer ne jîne

dermanê jînê ji bo ez bînim
ko tim bi zana li pey evînim
çendî jê dûrim divê bibînim
ji bo wê bûm Mem himberî Zîne

yara min yare ma ne tim yare
danîşgeha li nav çar neyare
gava nebînim di mînim jare
hêvî ji xwedan ji bo me bîne

Helbest: Rêncber
Muzîk: Mihemed Şêxo

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.