Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Çi Tofan Bû
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Çi Tofan Bû

Mîkaîl Aslan & Rojda
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Dara Qonax çem û kanî
Qonax mabû bê kebanî
Mîr çû ji çolê bûk anî
Anî li ser qonax danî

Go xanim be bi giranî
Tu xanima van deran î

Hey lo mîro, bûk bi xêr be
kebanîka serbixwe be
Şenahiya mala te be
Aqûbetî şan û şa be

Go xanim be bi giranî
Tu xanima van deran î

Ez xanim bûm, ber pencerê
Mi sêr dikir, der û dorê
Didî dihat û qêqî birê
min tu dengê xwe nekirî

Giran bibûm layîqê mîrê
Xanim bo her tişt naqîrê

Hey lo mîro malmîrato
Textê te li erdê keto
Bûka şêrîn poz lê bilind
Çi tofan bû ser te hato

Giran bibûm layîqê mîrê
Xanim bo her tişt naqîrê

Xanedanî wisa nabe
Xanim tu qet wek te nabe

Hey lo mîro bexttarîyo
Hêk jî nema ba birçîyo
Kûçik birçî xayînê derî
Reben ket ma bêxwedîyo

Xanedanî wisa nabe
Xanim tu qet wek te nabe

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.