Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Şingal
🎵
🎵
Şarkı Sözleri
Hewar, hewar
Ew çavsorêt rûtenî
Leş sax e belê rih genî
Şûrên xwe bi xwînê jenî
Ser jê kirin ji enî
Eziyet li xamaya kirin
Hêj tifal zikgiran kirin
Kuştin an berze kirin
Ka ev hale xweştir e an mirin?
(Ez çu caran namirim)
Însano rabe li dîrokê
Binêre ka ez kî me?
Çend car ketim lê rabûm
Ez im ez Şengalî me
Tovê jiyanê yekem
Min avête ser axê
Min got ez behsa xwe nekem
Pê li birîna’m kir bi daxê
Xatûna Fexra me ez
Dayik im bo cîhanê
Şîr im li devê zarokan
Dîrok vê baş dizanê
Tav im, Tav im ez li ser erşê
Nefertîtî, diçirisim
Çira me bo tariyê
Ji bo ronahîyê xwe disojim
Bi lez hatin û bi rev zivirîn
Kurdan parast cîhan ji wan
Jinên Kurd li wan bûn birîn
Bi zarok bi pîr û bi ciwan
Hozan: Murad Demir
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum