Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Sala 1959
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Sala 1959

Nîzamettîn Ariç
Özgün Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

îsal zivistana me sar
berfa sipî hûr tête xwar
xemlandine deşt û zinar
kengî bixêr bêtin buhar
hezar û pîncî û nehê
em 24ê sîmehê
berfa me hûr hûr tê behê
kengî bi xêr bêtin buhar

nahêle berf em derkevin
em girtiyê roj û şevinê
xew nayê em ranakevin
kengî bi xêr bêtin buhar
buhar xweş e, çaxê gulan
çaxê kulîlk û simbila
newroz û sersala dila
kengê bi xêr bêtin buhar
bilind dibî ala me jî
balê bidê, xweş dihejê
milet hemî serbest bijî
kengî bi xêr bêtin buhar

Sond xwariye ranakeve
xencer ji dest danakeve
dîsan bi ser çiyan keve
kengî bixêr bêtin buhar

baran li berfa şenivî
bê û pey roj derkevî
tev şîn dibin dar û derî
kengî bixêr bêtin buhar
zanim buhar azadî ye
serbestî û dilşadî ye
doza me cejna Madî ye
kengî bi xêr bêtin buhar
roja me Kurda azad dibe
ala me serbest liba bibie
dilê cegerxwîn şa dibe
kengî bixêr bête buhar

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.