🎵
ŞARKI SÖZÜ

Dayê

Şehîd Argeş Ararat
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Min dixwest,
Îşev bibim mêvanê xewna te ya şêrin
Birînê dilê tal,
Zarokîya xwe bixemlînin dayê

Min dixwest,
Îşev bibim mêvanê xewna te ya şêrin
Birînê dilê tal,
Zarokîya xwe bixemlînin dayê

Bêkesîya te,
Bi kenê zarokîya xwe şa bikim dayê
Bêkesîya te,
Bi kenê zarokîya xwe şa bikim dayê

Ber agirê çîyakî me
Nav xewna azadîyê de me
Hesreta te şîn bû dayê
Di nav pêtên şoreşê de
Hesreta te şîn bû dayê
Di nav pêtên şoreşê de

Dayê, cana min dayê
Jana emrê min dayê
Derîyê xewnên xwe veke
Îşev mêvan im dayê

Dayê, cana min dayê
Jana emrê min dayê
Derîyê xewnên xwe veke
Îşev mêvan im dayê

Lorî lorî ji min re bêje dayê
Dergûşa min bihejîne dayê
Pora min dilê min miz bide
Hemêz bike delalê xwe dayê

Lorî lorî ji min re bêje dayê, dayê, dayê
Dergûşa min bihejîne dayê
Pora min dilê min miz bide
Hemêz bike delalê xwe dayê

Lorî lorî ji min re bêje dayê, dayê

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.