Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Hildin Jor
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Hildin Jor

Seîd Yûsiv
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Hildin jor hildin jor
Ala rengîn hildin jor
Xwe bidin dor xwe bidin dor
Kurd hemî xwe bidin dor
Li dijmin bikin ferman
De em bistinin Kurdistan
Yan bi xweşî û yan bi zor

Ber ji me herin şehîd
Wek Qazî û Şêx Seîd
Bi xweşî nayê geşî
Divê birjê xwîna sor
Hildin jor....

Millet tev bûne serbest
Em tenê mane bin dest
Me azadî nema dî
Û nema tê sebr û ebor
Hildin jor....

Ev dijminê bê zirav
Divê em wî bixun xav
Bikin xebat bo welat
Ta kengî em bimînin kor
Hildin jor....

Dijmin bûye kul û derd
De em pê lê kin bikin erd
Divê ceng û nav û deng
De em hew bixun tal û şor
Hildin jor....

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.