Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ho Yeman
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Ho Yeman

Seîd Yûsiv
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Hoho yeman ho yeman
Min dî qîzek ji Siryan
Du çavê reş nû kildan
Kezî wek fetlê maran
Di ber xwe re nû berdan
Hûr sedef in ew dinan
Qirik bi morî û mircan
Sîng sipî berfa Zozan
Dema wê li min nerî
Hiştim bê dîn û îman

Min dî keçek ji Ermen
Xwêdan mîna ava den
Çi sorboz bû ew gerden
Aqil ji rê bir bi ken
Destê min girêda bi ben

Dilê min lê xist bi jen
Ew zêr û zîv û maden
Wek mermer e ew beden
Wextê gava li min meyizand
Kirin pepûk û reben

Min dî qîzek ji Aşûr
Pordirêj û gulîhûr
Awir tûjin mîna şûr
Dil dikê birînê kûr
Çi nêzîk û çi ji dûr
Noq zirvene sitûr
Min hin sêv kiribûn tûr
Yek da min bi çûr û mûr
Dema wê li min meyzand
Ji bşra min bir wê tembûr

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.