Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Keça Dilovan
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Keça Dilovan

Seîd Yûsiv
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Rûniştim bin dara bîyê
Min dî keçek dilovan
Min xwe berda çûm pêşîyê
Min jê standîye nîşan
Ev dil dixwazê şahîyê
Divê em bikin seyran
Bi çav im ketim tarîyê
Ronî ji te bû xuyan
Min dehv veda li ser kanîyê
Bo te bûme nêçîrvan
Dilê min hat û ketîyê
Te ez didîm pirr nezan
Bûm mîna korê camîyê
Bûm lalek î bê ziman
Pêl dihatine gemîyê
Ji vê behra bê îman

Nikam bikim şivantîyê
Minê xwe kirba şivan
Ji evîna te zerîyê
Mame bêhiş û sewdan
Sê sal mame li hêvîyê
Hêstir li min bûn arzan
Ya dilê xwe min gotîyê
Wê dî derdê min giran
Go îro li binya çbyê
Xorto min bi te re civan
Venagerim ji vê rîyê
Ez didim soz û peyman

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.