Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Nama Evînê
🎵
🎵
Şarkı Sözleri
Min name bo te rêkir
Misk û ember min pê kir
Û bi hêstirê va çava
Ez dişyênim silava
Berf û baranê lê kir
Ew nama kul û derda
Bihn rijandî bi serda
Ji bihna gul û miskê
Ji xuhdana berbiskê
Ew te bi avê de berda
Evîn te li bîrê neanî
Li min dikî sergiranî
Ew evîna wa sala
Bi te bûye tirş û tal e
Te agir berda vî canî
Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum