Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Şahê Cejinan
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Şahê Cejinan

Seîd Yûsiv
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Şahê cejna û şahî ye
Rêça cengê danî ye
Nîşana kurdatî ye
Ronî bo rizgarî ye
Li ser şopa te dimeşim
Agirê te her gurrî ye
Newroz me bi te xwe naskir
Herkes zanê Kurd kî ye

Azadî hate welat
Roja te tac da serî
Roja nû li me hilat
Dijmin bi tirs dinerî
Ji wan çavê tey fere
Ber mêvan vebû derî
Bijî bijî her bijî
Şahê cejn û şahî ye

Ew navê teyî şêrîn
Her kesek dihilînê
Ew taca teyî zêrîn
Bi azadî bimînê
Bi te em serfiraz in
Dijmin her dikê şînê
Bo te em canfida ne
Şahê cejn û şahî ye

Bi xebatê kawa hişt
Welat tev bibê buhişt
Ji hezkirina hesinker
Dil bi carek bûne mişt
Ev dijminê bê zirav
Ji tirsa wî xwe dikuşt
Cejna Kurda newroz e
Şahê cejn û şahî ye

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.