🎵
ŞARKI SÖZÜ

Sêvê

Seîd Yûsiv
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lê lê sêvê sêvê sêvê
Ez bi xulam a dev û lêvê
Ez pirr şa dibim difirim
Gava tu tê mi t'axêvê

Sêva min sêva xelatê
Zerya min awir şewatê
Her tûyî gula civatê
Şeva tarî stêra şêvê

Tu ji navê xwe şêrîntir î
Min weke te nedîzerî
Te na bînim dikim girî
Şewqa te wek tava hîvê

Carek te li min pirsî ba
Ji evînê dil tijî ba
Rih didim te min karîba
Wa şerbeta piştî şîvê

Sêva min ji dara sêva
Mi jê hiskir bi darêva
Min kes navêji te pêva
Pordirêjê gaz û nîvê

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.