🎵
ŞARKI SÖZÜ

Xanî

Seîd Yûsiv
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ê' xanî li min vala bû
Ew gava yara min winda bû
Keç hemî bi min dikenîn
Neyarê min bi min şa bû

Ti çûyî te bi xwe re dil bt
Cana min te ez hiştim li vir
Kanî ew maçê wek şekir
Zehrê min ji ber wa ziwa bû

Ti çûyî te bi tenê hiştim
Cana min tev de biriştim
Evîna te ez dikuştim
Ax ax mala min xira bû

Dibakim bi dil şewatî
Bi tenê mame li vî welatî
Tu çûyî canê tu ne hatî
Mejyê min tev de bela bû

Ji ber çav xwe nede alî
Dilê min bo te dinalî
Keçê tu mi neke vî halî
Rindê ma min wilo di va bû

Weke dîna diçim û têm
Sewdanê min va ma ye kêm
Bêjin kanî sebra dilê min
Ew ronîya va çava bû

Dê were li ba min rûne
Li nava gul û beybûna
Birînê dil tev vebûne
Bayê vê işqê nû rabû

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.