🎵
ŞARKI SÖZÜ

Xanim

Seîd Yûsiv
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Xanim xanimê wey xanim
Ji vî navî pêve nizanim
Va ezê bêm te bixwazim
îşev li mala we mêvan im

Em cîran in tu li hemberî
Dilê min bûye du kerî
Min tu dîbû roja berî
Hêjî bê hiş û sewdan im

Lê ew bavê te, te nadê
Dilê min ji dev te bernadê
Lê emê bighin miradê
Ez bi xwe ê rojê giran im

Tu ji min dûrî dimînim dîn
Dil bi carek dibê btîn
Wek gula av jê bê birrîn
Ez bi derdê bê derman im

Bera ji min nebin nextê
Min ne êşînin bê bextê
Lêv şekirê sing paytextê
Li ber te ez bê ziman im

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.