Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ala Rengîn
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Ala Rengîn

Şivan Perwer
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ala rengîn pîroz û xweş, te hildigrim diçim bi meş
Tu li ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geş
Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, nişana ceng î tu
Ey xortê Kurdan silavê lê bikin
Îro me tu kiriye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz
Li ser bana, li eywana, roja şadî bi xeml û xêz
Kesk û sor û zer î, nişana zafer î
Ey keçên Kurdan silavê lê bikin
Te bi zîv û zêr tevde kil dim, roja cengê ez te hildim
Ger ez bimrim, ger ez rabim, Cegerxwîn im serbilind im
Ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î, nişana mizgîn î
Ey xortê Kurdan silavê lê bikin

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.