Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ala Rengîn Pîroz û Xweş
🎵
🎵
Şarkı Sözleri
Ala rengîn pîroz û xweş,
Te hildigrim diçim bi meş
Tu li ser milên xortên ciwan,
Di nav te de yek roja geş
Ala sê reng î tu,
Bi nav û deng î tu,
Nîşana ceng î tu
Ey xortê kurdan silavê lê bikin
Îro me tu kirye himbêz,
Rojek wê bê te bikin rêz
Li ser xana, li eywana,
Roja şadî bi xeml û xêz
Kesk û sor û zer î,
Spî û gewher î
Nişana zafer î
Ey keçên kurdan silavê lê bikin
Te bi zîv û zêr tev de kil dim,
Roja cengê ez te hil dim
Ger ez bimrim, ger ez rabim,
Cegerxwîn im serbilind im
Ala sê rengîn î,
Pîroz û şêrîn î,
Nîşana mizgîn î
Ey xortê kurdan silavê lê bikin
Ey keçên kurdan silavê lê bikin
Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Şivan Perwer
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum