Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Deşta Palo
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Deşta Palo

Şivan Perwer
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Kerengê deşta Palo zer bûn
Min digot yêmo, te digot na
Tene serê wê bi der bû
Min digot konê, te digot na
Tev şa dibûn xort û zerî
Min digot birin, te digot na
Keçik zer bû, xort esmer bû
Min digot herê, te digot na

Deşta Palo bi dirhêz e
Min digot wa ye, te digot na
Delaliya min teşîrês e
Min digot belê, te digot na
Hêrî kî dasî de berda
Min digot ew e, te digot na
Teşiya xwe ba dide û dirêse
Min digot vir da, te digot na

Min digot were li ba min rûne
Min digot canê, te digot ha
Teşiya xwe birêse û bihûne
Min digot dile min, te digot ha
Tev şa bûn wek Mem û Zînê
Sebra min bi te dihat
Ez nêrgiz im tu beybûn î
Bêhna gulan ji te dihat

Gotin û Muzîk: Gelêrî

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.