Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Dilê Min Bû Behra Belek
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Dilê Min Bû Behra Belek

Şivan Perwer
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Dilê min bû behra belek
Te av jê vexwar gelek
Cîran ezê te bigrim
Bira biteqe felek
Cîran wa diçim sûkê
Ji te re bînim xemla bûkê
De tu rabe li xwe ke
Bibe bûka Kerkûkê
De tu rabe li xwe ke
Wek kevokek Dihokê

De rabe cîran rabe
Rabe êdî em herin
Bira fesad û nerind
Êdî ji me bigerin
Cîran cîrana min
Tu rind î li ber dilê min
Cîran cîrana min
Tu xweş î li ber dilê min

Dilê min bû Behra Wanê
Çem û kanî av danê
Xwezî bi teyra baskbelek
Li ser serê Sîpanê
Xwezî bi Siyabend û Xecê
Dimîne li ser Sîpanê

Cîran melhema dilan
Bi şev were nav gulan
Cîran melhema dilan
Bi tenê were nav gulan
Bira kes te nebînin
Dikevin nav du dilan
Destê te bigrim biçim
Ba pêşmergên Kurdistan

De rabe cîran rabe
Rabe êdî em herin
Bira fesad û nerind
Êdî ji me bigerin
De rabe cîran rabe
Rabe êdî em herin
Her wek Şivan dibêje
Ewan ji me nagerin
Cîran cîrana min
Tu rind î li ber dilê min
Cîran cîrana min
Tu evîna dilê min

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.