Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Dilo Yeman
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Dilo Yeman

Şivan Perwer
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Çiyayê Dêrsîm pûkê da ser, li me rabûn bi singiyan esker
Xera kirin, talan kirin, kuştin zarok û jin sêser

Dilo yeman ax dilo yeman çiya girtin berf û dûman
Leşkerên bê dîn û îman, li me rakirine ferman
Di ber xwe birin mal û can
Ax dilo yeman dilo yeman, pir xedar e birîna can
Derd û kul û êş û azar ji ber birînan dil hate xwar
Ax dilo yeman dilo yeman, dilo tu derdê bê derman

Dilo miletê me kurda lo pir kişand ji destê Mogolan
Dilo miletê me kurda pir kişand ji destê Contirkan
Ger em yek kes jî bimînin dîsa naxwazin Contirkan

Dilo yeman ax dilo yeman çiya girtin berf û dûman
Leşkerên bê dîn û îman, li me rakirine ferman
Di ber xwe birin mal û can
Ax dilo yeman dilo yeman, pir xedar e birîna can
Derd û kul û êş û azar ji ber birînan dil hate xwar
Ax dilo yeman dilo yeman, dilo tu derdê bê derman

Dilo nabe wanî nabe, lo hêz bide xwe de tu rabe
Di şer û gaziya me bira dinya alem tev pê rabe

Dilo yeman ax dilo yeman çiya girtin berf û dûman
Leşkerên bê dîn û îman, li me rakirine ferman
Di ber xwe birin mal û can
Ax dilo yeman dilo yeman, pir xedar e birîna can
Derd û kul û êş û azar ji ber birînan dil hate xwar
Ax dilo yeman dilo yeman, dilo tu derdê bê derman

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.