🎵
ŞARKI SÖZÜ

Efrîn

Şivan Perwer
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Haya dinyayê jê nîne
welatê min bû şîn e
Haya dinyayê jê nîne
dîsa li welatê min bû şîn e

Piştî Kobanê û Kerkukê
Vê carê li Efrîn e
Piştî Kobanê û Kerkukê
Vê carê li Efrîn e

Efrînê xweş Efrinê
Efrîn bi tenê nemîne
Çiyayê kurd girt û mane
Efrinê şer giran e
Efrîna min wek bihuştê
Ew xemla Kurdistan e
Efrîna min wek bihuştê
Ew xemla Kurdistan e

Ew dijminê pir xedar e
Wek gurê hov û ar e
Ew dijminêxedar e
Wek gurê hov û ar e

Wijdan bext avêtiye
Li me didin wek her car e
Wijdan û bext avêtiye
Li me didin wek her car e
Wijdan û bext avêtiye
Li me didin wek her car e
Nirxe azadiyê xwîn e
Bextê dijmin qet nîne
Ger em tev li ber xwe nedin
Wê ji dest biçe Efrînê
Efrînê xweş Efrinê
Ji desta neçe Efrînê

Efrînê xweş Efrinê
Bi xeml û xêza rengîn e
Efrînê xweş Efrinê
Bi xeml û xêza rengîn e
Tev li xwedî derkevin
Da Efrîn tenê nemîne
Gele kûrd heyran rabe
Efrîn bi tenê nemîne
Efrînê xweş Efrinê
Efrîn bihuşta rengîn e

Keç û xort li ber xwe didin
Ew dilsozê kurdî ne
Kurdî ne kurdistanî ne
Li Efrîna rengîn e
Kurdî ne kurdistanî ne
Li Efrîna rengîn e

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.