Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ez Nexweş Im
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Ez Nexweş Im

Şivan Perwer
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ez nexweş im gewra minê
Îro min go were ser min... ay
Gewra minê min go wez nexweş im
De were ser min

Tuyê taya lihêfê rake vê êvarê rex û têkev ber min
Ax çi ferman e bira oy
Bextê te me gava gundî û cîran bêjin ew kî bû ew kî nebû
Ezê bêjim Hekîmê Loqman bû hate ser min limin...

Ez xirabmal im yeman, ez bendewar im yeman
Eva serê çend û çend salên min temam
Min terka welatê xwe da
Ez perîşan im bira ax çi ferman e dilo

Lê Dotmam
Xeber hate min li ser eşqa dil
Eywax gul bû evîndara bilbil
Bilbil xema qet nakşîne ji gul

Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Delalê evîndara pismamê
Zeriyê evîndara pismamê

Dotmam dayika me tev niştiman e
Diqîrî digazî li ber desta ne
Wê çawa bê sebra me Kurdan e

(Dîsgotin)

Dotmam tu pir şêrînî li ba şivan
Lê niştiman nadim bi hezar yaran
Bo azadî dil û canêm qurban
Bo rizgarî divêm axa goran

(Dîsgotin)

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.