Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Hatim Duhokê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Hatim Duhokê

Şivan Perwer
Kürtçe Müzik👁 5 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Hatim Dihokê Dihoka rengîn
Çendî ciwan e bajarê şêrîn
Gelê’m bernede azadî xweş e
Şehrezad bikin Dihoka rengîn
Şên bikin Dihoka rengîn

Zaxo, Hekarî li merga rûbaran
Akre û Amedî gelên xweşmeran
Mûsûl û Hewlêr, Şeqlawa’w soran
Xemla dil Dihok bûka Behdînan
Sileymaniye û Pêrûka Kurdan
Ûrmiye û Mehabad, Siliv, Kermanşan
Baxde û Zerdeşta xaka gulan
Şîn şarîstanê li baxê gulîstan

Hatim Dihokê Dihoka rengîn
Çendî ciwan e bajarê şêrîn
Gelê’m bernede azadî xweş e
Şehrezad bikin Dihoka rengîn

Bîngol, Agirî û Qers, Bitlîs, Mûş û Wan
Erzirûm li Serhed bihişt e zozan
Meletî û Sêwas, Elezîz, Ezircan
Warê Dêrsimê qozgeha şerân
Mereş û Merkez, Îskenderûn û Ceyhan
Efil û Elbêstan l’ber çiyayê Kurdan
Semsûr û Entab, Ordî û Kuban
Canik û camêrên bisk û berazan

Hatim Dihokê Dihoka rengîn
Çendî ciwan e bajarê şêrîn
Gelê’m bernede azadî xweş e
Şehrezad bikin Dihoka rengîn

Rihayê dîrok çand li Deşta Herran
Amed her bûye nîşana berxwedan
Mêrdîn û Qamişlo, Cizîr, Şirnaq û Batman
Sêwreg, Wêranşar nav Mezrabotan
D’ nava çiyan de bi rez û kanî ye
Bi al û hola xwe gelek rengî ye
Jiyana Dihokya kurdewarî ye
B’ rênc û şopa xwe ya kalê Barzanî ye

Hatim Dihokê Dihoka rengîn
Çendî ciwan e bajarê şêrîn
Gelê’m bernede azadî xweş e
Şehrezad bikin Dihoka rengîn

Gotin: Şivan Perwer
Muzîk: Mihemed Arif Cizrawî

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.