🎵
ŞARKI SÖZÜ

Sarê

Şivan Perwer
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Sarê rabe êvar e, delalîkê rabe êvar e
Sîyê girtî zinare
Sî deket ber dîware
Kes li mala nemaye
Dilê me dost xuya ye
Li benda te me zû were
Ez mame li ber dîwaran

Sarê keça fila ye, delalîka dayik û bava ye
Sarê keça fila ye, delalîka dilê xorta ye
Min go Sarê were vir
Sûryoyî xeber daye
Min go rindam were vir
Filekî xeber daye

Dinê me ji hev cuda ye, lê dilê me di hev de maye
Em gelek ji hev hezdikin
Ferqa dîn qet nemaye

Sarê tu Sara min î, delalîkê tu yara min î
Sarê tu Sara min î, rindikê tu yara min î
Ez bi heyrana gerdenê, wan biskên te yên şekirî
Zar û ziman ne zor e, ger tu dixwazî fêr bibî
De were te fêr bikim, da bi Kurdî xeber bidî
Xwuda me ji bo hev çêkir, del dil da ser vî dilî

Sarê tu sara min î..
Gotin û Muzîk: Gelêrî

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.