Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Serhildan Jiyan e
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Serhildan Jiyan e

Şivan Perwer
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Girtiyê azadiyê, di zindanê de weke şêrekî birîndar, ku di qefesa xwe hilnayê.
Carê hêz da xwe û hate xwe û got:
Serhildan jiyan e berxwedan jiyan e

Serhildan li serê çiyan, hêy
Berxwedan di nava zindan
Dengê xorta xweş tê min
Hele dengê keçên dilovan
Serhildan, berxwedan…
Serhildan jiyan e hêy hêy
Berxwedan jiyan e

Rawestan ne karê me ye
Pêşveçûn armanca me ye
Kurdistan li hêviya me ye
Çavên wê li rêça me ye
Serhildan, berxwedan…
Serhildan jiyan e hêy hêy
Berxwedan jiyan e

Dengê karker ji karistanê
Yê xwendevan ji dibistanê
Dengê pêşmerge ji qadê tê
Dengê şehîd ji goristanê
Serhildan, berxwedan…
Serhildan jiyan e hêy hêy
Berxwedan jiyan e

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.