Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Wa Hatin Pêşmergên Me
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Wa Hatin Pêşmergên Me

Şivan Perwer
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Girtiyê azadiyê bi ser xwe de mijûl bû û fikirî
Fikrê wî heyalê wî çû Kurdistan
Kurdistan xelas bibû, her der û her kes azad bû
Pêşmerge dihatin malên xwe
Û gel bi gulên sor ber bi pêşmergan diçûn
Û strana xwe wanî digotin

Bijî Pêşmerge!

Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in partîzanên me
Çek û rext li milên wan

Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Gulên sor bidin dest wan

Ji mêj da li benda wan e
Çavê me li rêça wan e
Keç û xortên gundê me
Daxwazya wan ya wan e

Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Çek û rext li milên wan

Tev rabin bikin dîlan
Cejn û şahî û seyran
Bêjin hûn bi xêr hatin
Ey pêşmergên qehreman
Bêjin hûn ser seran hatin
Ey pêşmergên pehlewan

Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Gulên sor bidin dest wan

Diparêzin jîna me
Pir zehmet dîtin ji bo me
Kurdistan ji nû ve şîn da
Bi xwîna pêşmergên me
Kurdistan ji nû ve şîn da
Bi xwîna şehîdên me

Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Gulên sor bidin dest wan

Dest ji dozê bernadî
Dibê dilxweşî û şadî
Da ji bo me pêk bînin
Dostî û aştî û azadî

Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Gulên sor bidin dest wan

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.