Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Berxwedana Sason

🎵
Şarkı Sözleri
Xeberek hatî ji diyarê Sason
Dîsa birînên kevin li cerg û dilan vebûn
Agir beda ye hinav û dilane
Mîna pêt agirê bi dumane.
Çiyayê Sasonê digirt e berf û duman
Qehremanên Kurdan hêlîn tê de kolan
Di şevika reş û tarî, çemberên kedxweran li dorê gerî
Serî li hember dujmin rakirin
Çiyayê Sasonê bi xwînê sor kirin
Dema leşkerên dewletê, haware dihatin bi hezara
Cahîd gazî dikir li heft hogir û hevala
Çeka xwe li hember neyar kişandin
Bi hêrs û nifrîna xwe dujmin tirsandin
Heşt hevala canê xwe dan, Sason kirin keleha berxwedan
Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum