Xelil Xemgin
ŞARKI SÖZÜ

Hewar

Xelil Xemgin
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Çend sal ber baz bûm bi hesreta te
Çavê min birçî man ji dîtina te
Kengê tu vegerî bêm peşiya te

hawar hawar dikim
gazî teyran dikim
dilê min bigrin bibin
Gazindê xwe dikim
Gilîyê xwe dikim

Roj giran diçin wekî salan
Şev hev diguherin xew naye çavan
Kengê wê roj hêlê germ bike dilan

hawar hawar dikim
gazî teyran dikim
dilê min bigrin bibin
Gazindê xwe dikim

Bila hemu dîwarên kevn û nû
Xwe liber pişta min bi rizînin.
Ezê pala wxe bidim esman,
Hemu rojan pîr, hem û şevan kal bikim.
Dawîya hemu rîyan ezê ber bi dilê xweve bi kişînim.
Ezê hemu deryayan noqê histirên xwe bi qedînim.
Hemu avan bi fetisînim.

Ezê pala xwe bidim xwe û li bend a te bim...

Yeko yeko ezê terkên rîye bendewarîyê,
Bi hêviyan bi sekinînim.
Yeko yeko ezê girtîyên azadîyê bêhn bikim.
Ezê yeko yeko histrên dayîkan veşêrim.
Telefa hemu şewatan,
Bêhna hemû deryayan,
Û jan a hemû êşan
Ezê boxçik a nava vîn a xwede kom bikim.

Ezê pala xwe bidim hêviyan û li bend a te bim.

Ezê hemû xaf o tohmetan,
Hem gazind û girênakan,
Hemû roj û şevan hilînim.

Ezê pala xwe bidim te û li bend a te bim

hawar hawar dikim
gazî teyran dikim
dilê min bigrin bibin
Gazindê xwe dikim
Gilîyê xwe dikim

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.