Ana Sayfa › Şiirler › Bedewê
✍️
ŞİİR

Bedewê

Arîşenê Memî
Hayat👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Bedewê

Torin û garden bi xal a sur perî
Nazik û şox û şirîn û fenerî

çi qeşengî.. bejn û bala wek livin
Tenik û bala û berz, bê sîberî

Dêm ji heyva çardehê, tav û çirîs
Pê de tê ne jêrê.. biskên şehkirî

Reşkezî kirne belav te ser mila
Pêl bi pêl lê didne bayê bakurî

Lam û çen bozin wekî berfa xelat
Bître nabin belekî lê bigerî

Belezîza qereçoxî dayî der
Bi xunav û şevnema heyva çirî

Lale ya dol û newalên gundikî
Hilmû bîna xwe didê serranserî

Nêrgiza av û delavên deştî tu
Li kenar û kevî û her deverî

Sinbula çîmen û gulzaran tu yî
Tak kenêra şaxbelav û feyzderî

Mêkewa hîman û kohê darikî
Rojê berbang û sipîdê dixurî

Mişt dikî dol û newalan bi ewaz
Belt bi belt xwe diguhêzî bi wirî

Aho ya deşta Riha yî yan jî Wan
Havîkirî ji herêmê û kerî

Yan te windakirye lê cotikê xwe
Silbûyî hatî li vada digerî

Pesn û rewşên te pirin nayin jimar
şahgula baxanî tu xweş dilberî

Ez dixwazim bidme te pat û silav
Biçimênim ji te re bejn û serî

Hêvîdarim wergirî tu van ji min
Rêzepeyvên xunes û bê dilgirî

Xanima pir nirxû hêja û biha
şevçiraxa dilbijan, navemirî

Ger çi bêjim ez di derbarê te de
Hîn bi sed reng û ruwî bengîntirî
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.