Ana Sayfa › Şiirler › Bajarvaniya Pirsên 2000î
✍️
ŞİİR

Bajarvaniya Pirsên 2000î

Baran Sindî
Hayat👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Bajarvaniya Pirsên 2000î

(ji bo şêrko yê ji me dûr)

Li kîj cihî,
Sirûda bajarên wêran
Lê dikî tu?
Li kîj baxî,
Leylanan bi şîniya daran
Dirêsî tu?
Li kîj şarî,
Pêjna keçên gundan
Ji lempeyên roniyê
Vedidî tu?
Li kîj warî,
Simên hespan, ji bin giyayê seridî,
Dijimêrî tu?
û di çi deryayan de,
Kelekên vegerê berdidî tu?
Bêje min
Heye karibim ez
Ji parsûyên xwe
Xanîyekî ji te re
Li DEşTA HESINAN ava bikim ez
Ji neynikên hêviyên xwe yên belav
Baxçeyan li dor biçînim ez
û ji kaniyên wêraniya xwe ya bêdeng
Ava mêlê li nav re biherikînim ez
û çengek ji axa dil
Ji kulîlkên jenên te re
Ji bist û leşker û sînoran bidizim
û bighînim te !
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.