Ana Sayfa › Şiirler › Çemo
✍️
ŞİİR

Çemo

Bavê Serbest
Hayat👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Çemo

Hey çemo çemo çemo
Rê dûre çi bê xemo
Ji kaniyên çayên jor
Ber jêr de leme kemo

Navê çemo Ferate
Avek pirî ber bate
Dengê pêlan hime him
Ji kêre hate hate

Navê çemo Xabûre
Lê mixabin ne kûre
Av ji mêj de miçiqî
Bi başûr de rê dûre

çemê kanya denî ser
Bi qamir bû sera ser
îro ew jî bê dengî
Ket temarê lal û ker

Navê çemo Dicleye
Min hêviyek tê heye
Pişte kaştê xuşe xuş
Bûka welatê meye

Welatê min tev bi çem
Lê ji min re derd û xem
Hin hejarin wêranin
Yê din bi bendav û gem

Ber dilê min şêrîne
Bo min war û hêlîne
Tehtokê welatê xwe
Nadim bi Hind û çîne.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.