Ana Sayfa › Şiirler › Mizgînê
✍️
ŞİİR

Mizgînê

Bavê Şiyar
Hayat👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Mizgînê

‘diyarî bo hemû kulîlkên ku di ciwaniya geşbûnê de diçilmisin’

Mizgînê..!!
Gula bi bîn
şêrînê,
porsorê,
rû geş û çav şînê…
Mizgînê!!
ma 11 sal bes bûn,
tu dilê me bisotînê?
ew jîr bûn,
ew zanyarî,
divê mirin
lêborînê ji te bixwaze!!
hîn gelek pirs mabûn,
te bersiv bi xwe re birin?
ew qurmiçandin
temen bi xwe giriya …
hêviya dê û bav bû..
û kalo her li hêviya te ye!!
êdî ji dibistanê vegere
serkeftinê bi xwe re bîne!!?
çawa gula geş
ji geşbûnê çilmisî??
şagirt vegeriyan
ji bilî te Mizgînê!!?
Gelo çi bû?
çû û ne hat;
çav li bende
matmayî û xemgîn in!!
ji nişkê ve
agir da cegerê,
hêtûna dil vêket!!
padîşahê sitemkar
gul bir… gul bir;
gava roj çû ava bilûrê
bi nalîn û fîxan got:
bar kir… bar kir…
Mizgînê ji nav me barrrrr kir … !!?

Amûdê, 26.09.2002
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.