Ana Sayfa › Şiirler › Kaçak
✍️
ŞİİR

Kaçak

Boris Vian
Hayat👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Kaçak

Hûn efendî ne, an giregir, çi?
Ji we re nameyekî dinivîsim,
Nizanim, demê we heye,
Ji bo xwendina nameyê.
Dane destê min gava din,
Kaxizên min ên Leşkeriyê,
Gazî min dikin, ji bo şer.
Dibêjin bikeve ser rê, herî dereng şeva çarşemê.
Hûn efendî ne, an giregir, çi?
Dilê-m qet naxweze pevçûnan,
Ez nehatime mirovokan bikujim,
Ne ji bo kuştinê hatime, ser rûyê erdê.
Niyeta-m xapandina we nîn e,
Lê nebêjim jî xwe nagirim,
şer karê ehmeqa ye,
Vaye mirovahî ji ber wê bêzar e.
Roja ku Xwedê dayîm’ve
Min gelek bavên ku mirin dîtin,
Hin birayên ku çûn û venegeriyan,
Min hin zarok jî dîtin, wek baranê digiriyan.
Dayîk, ma we nedît dayîka çi kişand,
Li aliyekî hin kesên ku keyfkeyfa wan,
Di nav firehiyê de dijîn,
Li aliyê din mirin, çamûr, xwîn.
Mirov repisandine nav çar dîwaran,
çi heye çi nîn e hemû dizîne,
Jinên wan, rojên xweş ên berê, hemû.
Sibê, dema şefeqê,
Ez ê deriyê xwe dadim bi terqînî,
Li ser rûyê salên mirî de,
û berê xwe bidim rê û biçim.
Ez ê derbas bikim bejahiyan, deryayan,
Ne Ewropa yê bimêne, ne Emerîka, ne jî Asya,
Jiyana xwe ya bi parsekî
Ez ê vê bêjim mirovan:
Li ser xwe bavêjin hejariyê,
Nesekinin, jiyana xwe bijîn,
Em hemû birayên hev in, bira ne, bira,
Ey mirovno, ey mirov, ey!
Ma divê her xwîn bê rijandin,
Herin, birijînin xwîna xwe,
Ez vê jî dibêjim we,
Ma hûn efendî ne, an giregir, çi?
Belkî jî hinekan rêkin pey min,
Ji bîr nekin, ji cendermayan re bibêjin:
Ne kêrik pêre heye, ne jî dermance.
Bêyî ku bitirsin gulleya berdin min.
Bêyî ku bitirsin gulleya berdin min..!

Ji Tirkî: Rênas XENDEKî
(Kaçak: Revok)
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.