Ana Sayfa › Şiirler › Ez Tu Carî Namirim
✍️
ŞİİR

Ez Tu Carî Namirim

Can Amûdê
Aşk👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Ez Tu Carî Namirim

Ez ji lat û kevirim
Ez ji pêt û agirim
Agirim ji agirim
Ez tucarî namirim
Ezim kurê Mîdiya
Ezim pêşmergê çiya
Gundî me ji gundiya
Ez tucarî namirim
Ezim çayê Erarat
Ez pêlên ava Ferat
Her dem heme bi xebat
Ez tucarî namirim
Ez lorîme ez Madim
Vîna Mem û Ferhadim
Ez axa Mehabadim
Ez tucarî namirim
Cegerxwînim,Xanî me
Tîrêjim, Herîrî me
Helbesta Cezîrî me
Ez tucarî namirim
şêx Seîdim şoreşger
Ez Kawayê hesinker
Yezdanşêr begim li şer
Ez tucarî namirim
Zeredeştê zanyarim
Ez newroz û buharim
Ez ax û av û arim
Ez tucarî namirim
Ezim xaka kurdistan
Bixwînê tê me avdan
Gel û dîrok û ziman
Ez tucarî namirim
Kurdim xwedî welatim
Hişkim, zinarim, latim
Bi tevger û civatim
Ez tucarî namirim
Ez xwîna Silêmanim
şêx Maşûqim, Ciwanim
Ez xwedî serhildanim
Ez tucarî namirim
Kurdim ez raperînim
Jînim, vînim, evînim
Bi xwîn di nivîsînim
Ez tucarî namirim.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.