Ana Sayfa › Şiirler › Cana Dilan
✍️
ŞİİR

Cana Dilan

Dilbikulê Cizîrî
Duygusal👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Cana Dilan

Kuştin em hesreta dînê
Were ey Cana Dilan
Va tu sor bûyî ji xwînê
Têr nabî Cana Dilan

Xwîn rijandin pêl bi pêl e
Xort û qîzên nesîtêl e
Lê dikin bo te fihêl e
Xwînê ey Cana Dilan

Da bilind kin ew vî navî
Dûr ketin ew j’dê û bavî
Bo bibînin te bi çavî
Şer dikin Cana Dilan

Da bibînin tu azad bî
Wek gelê dî her tu şad bî
Xoşîbext û xoş-murad bî
Can didin Cana Dilan

Can didin bê xof û tirsî
Gahî têr û gahî birsî
Ew li her der te dipirsî
Derd tu yî Cana Dilan

Her demê ser devê wan î
Tu ji wan re ruh û can î
Te girêda reşgiranî
Ser me ey Cana Dilan

Em Mem in tu bû me Zîn î
Ferhad in her tu Şirîn î
Bil te mehbûbek me nînî
Her tu yî Cana Dilan

Her tu yî bo dikne hawar
Bêt rojek em bêne ser kar
Dilkulê ser te evîndar
Bit cuwan Cana Dilan

*17. 03. 2015
**Bi destûra helbestvanî ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.