Ana Sayfa › Şiirler › Xîret Bikin Meyûs Nebin
✍️
ŞİİR

Xîret Bikin Meyûs Nebin

Ebdurehman Nursî
Aşk👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Xîret Bikin Meyûs Nebin

Ey bira îro’j mera lazim ku em xîret bikin
Nav xo da çendek miran, pîsan ji nav xo dûr bikin

Firset e îro ji bo me lazim e meyûs nebin
Lewre ye’s duşmanê xedar e bi hîlê wer nebin

Şîrê xîret bend bikin her çar teref baxê gulan
Darê ku nîne di nav kund jî di şûna bulbulan

Hûn hişar bin ey bira meydane xalî kes niye
Hûn nekin sistahî lewra ger şecaet me heye

Em mehû bûn em zelîl bûn em perîşan hali bûn
Em li xwo nebne xweyî dê daîma d’ vî halî bin

Îde ye îro ji bo me ger terîqê em bizanin
Lazim e em îttîhad kin muttefîq bin ser zemîn

Da wekû d’ vê firsetê da îstîfadek em bikin
Milletê xo yan jî millîyetê em hişyar bikin

Hûn bikin mêze li xelqê xelq çi awayî dikin
Hem ji bo millet ji bo dînê xwo ew xidmet dikin

Meznekî j’ bo xwo bizanin em hemî pey ve biçin
Şaş nekin da ku riya xwo em di newmê da neçin

Hûn dizanin vê hewa newmê da em xafil bibin
Piştî nehwêd salê dî paşê dibe hişyar dibin

* Govarî Kurdistan 1919-1920 Estenbol, (Amadekar: Ferhad Pîrbal, (cih û sala çapê ne diyar e), r 93.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.