Ana Sayfa › Şiirler › A Dream Within A Dream (Xewneke Di Nava Xewnekê De)
✍️
ŞİİR

A Dream Within A Dream (Xewneke Di Nava Xewnekê De)

Edgar Allan Poe
Aşk👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

A Dream Within A Dream (Xewneke Di Nava Xewnekê De)

Hilde vê ramûsanê ser eniyê!
Ku ji te vediqetim niha
Bihêle eşkere bibêjim wiha-
Tu ne xelet î ku dibêjî
Rojen tev xewnek bûn.
Hindî ku hêvî firîbe dûr,
Li nava şevekê an li nava rojekê
Li nava dîmenekê an li nava hîç tiştekî
Ji ber vê kêmtir dibe?
Tev tişta ku em dibînin an jî xuya dibe
Bes xewneke di nava xewnekê de ye?

Ez disekinim di navbeyna gurrîna qerxekî de
Ku pêl dibe
Û bi destên xwe digirim libên xîza zêrîn-
Çi qas kêm in! Çawa dixişin ji nava tiliyên min
Ber bi kûrahiyê ve,
Li pey digirîm -li pey digirîm!
Loo Xwedêyo!
Aya ez ê nikaribim wan zeft bikim
Bi misteke bêtir şidiyayî?
Loo Xwedêyo!
Hema yekê rizgar bikim ji pêla zalim?
Tev tişta ku em dibînin an jî xuya dibe
Bes xewneke di nava xewnekê de ye?

*Ji Îngilîzî: Samî Hêzil
**Qelareşk û Bîst Helbestên Din, Weşanên Bajar, 2004
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.