Ana Sayfa › Şiirler › Evîna Bûharê
✍️
ŞİİR

Evîna Bûharê

Ednan Bavê Mîdiya
Aşk👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Evîna Bûharê

Nêrgiz û gul û sosin
şîn bûn li ber dilê min
şewq dan li ser zinara
Mizgînî dan bûhara
çol xemilî ji gula
Evîn avête dila
Dinya bûye bûhara
Xunav hatiye xware
Wer dem herin bi hev re
Serê çiya û zinara
Bikin keyf û seyrana
Li nav mêrg û çîmena
Bistînin bêhna gula
ba li me bide ji çiya
Em rûniştin li ber lata
Li me da bêhna welata
Dengê bilbila tê me
Li ser me siya dara
Rojhilat ji bareşe
Va gula keyf û eşqe
Seyran kirin aşiqa
Derdê me keyf û eşqe
Ramûsan xweşin bûhara
Ji dev û lêvên va yara
Li nav gul û siya dara
Berî roj herê ava
Were em herin bi hev re
Bûhar hat ro dereng e

14/9/2009
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.