Ana Sayfa › Şiirler › Newroz û Buhar
✍️
ŞİİR

Newroz û Buhar

Emer Ismayil
Aşk👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Newroz û Buhar

Newroz û buhara me ji bin daxa derînin
Agir bikin dujeh û pê re alê hilfirînin
Xort û keçên dilşad, govendê vejînin
îro roja nûye tê de serbestî bimînin

Newroza evê salê xuyaye xweş civîne
Ewrên reş va baranê ji bin çenga dirijîne
Toz û qirêja salê dişo, perdê daweşîne
Dem dore kurê Kawa serî hilde, bixwîne

Newroza me dîroke ji xelkê re bixwînin
Tev tovê xebatê ye ji kurda re biçînin
Dora agirê Kawa, koma bicivînin
Dîlanê bikin yek û çenga bihejînin

Newroze demjimêre, tu çerxa bijimêre
Erd nazivirê bê te,tu destarî bihêre
Bingor bike zordaran li cîhanê veşêre
Da`m xweş bijîn wekhev, welat tev zîv û zêre

Newroze bi lez tê û agir tev bû hilorî
Rojê nû dikê hersal, bi xemla kesk û sorî
Li ser kopê çiya gur dibê pertew, berû jorî
Armanca wê nîşana meye û pêre dil diforî

Newroz û bihare dikenin, stêra dijimêrin
Rengê gul û ala me li hev têne hûnandin
Bayê zozana tê û bi hevre pirpirandin
Cîçoka civîn girtin, xwe pêre hilfirandin
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.