Ana Sayfa › Şiirler › Qîza Reşebajêr
✍️
ŞİİR

Qîza Reşebajêr

Erd Agron
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Qîza Reşebajêr

(ji Gulîzerê re)

keziyên jinebî dihûne
ristikan dide hev
ji barana bi ser bûka baranê de
dibare, di daweta bûka baranê de
roja dawetê
ji şevê didoşe
ji êşan digivêşe
û ji psûlayek ji janan re…
kurt kurmancî
rehên wê li rehên reşebajar lefiyane
di bin kerresiyên bedenê de
ruhê wê li ruhê reşebajar lefiyaye
li ber tenûra gurr
di tatêla şîva êvarê de
pîresêreke axirzeman
dibiriqe
niviştan çêdike
di qorziyên kuçeyên tarî de
miftîbelaş
li milê xwe bialîne
ji bo ku bi bazbendekê mirov
çargurçik be
divê kezeb mezin be…

*Ji pirtûka wî Dîwana Hestiyan
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.