Ana Sayfa › Şiirler › Qamişloka Min
✍️
ŞİİR

Qamişloka Min

Heybet Mamo
Aşk👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Qamişloka Min

Qamişloka min…
Lêvên dîlana te
çav şikenandîkirin
hêsirên teyî hevirmêşî talan kirin
ristin, qewanên teyî jêhatbûyî
li ser qelîştokên meşa te
pîkolîkirin.

Qamişloka min…
hêviyên Cegerxwîn dizîn
û awazên Mihemed şêxo
kelepçe kirin.

Qamişloka min…
gurnepaşên çav şikestî
êrîşî sipehîbûna te kirin
awirên te, Qamişloka min tî kirin
hîmê demoqratiya te pûç kirin
laşê teyî rewşenî
di nexweşxana bombeyan de
girêdan,
hêlek bi armancan û hêlek pîr kirin.

Qamişloka min…
dirindeyan gunehên xwe
bi tiliyên te rast kirin
dardestekên li ser xwe
wê êvarê xistin avê
şelû kirin.
Zayîna serhildana te
ji derperînê dûr kirin
beramberî tirsî yê
hêlazên gul û nêrgizan
bêjing kirin.
Qamişloka min…
kevirên Dêrikê dane ser hev
ji bo yî te qûç rakirin
hestên axa şermola biyek pêjnê
tevlî te kirin
bi armanca te girêdan
Koban û Efrîn hevkarî kirin
Qamişloka min.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.