Ana Sayfa › Şiirler › Temen Finde
✍️
ŞİİR

Temen Finde

Hisên Mamê
Hayat👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Temen Finde

" Li welatê me nexweş pirrin
de hinek nexweşî ji me re rêkin
da ku sedema mirinê xuya bike"

Pekyaye ji dîrokê
zanim çi perîşane
Gencîne te wenda kir
helbet li te halane
Pabende tewazên te
destên te girêda ne
Valaye melavên te
mîna te li ber ba ne
Zanb` ku di jînê de
hêvî jî ne hêsane
Dersên ku tu fêr bû ye
sersam nebe leylane
Yeksanî ne rêdare
narvînî ji yezdane
Her waye dizanim ez
dinya bi xwe dewrane
Karwaneke pêşber ke
armanceke hêlane1
Dê rabe temen finde
canê te bi dûmane
Koşan û viyan pêk ve
bona te çi dermane
Dê tovê mebesta xwe
zû deyn tu ne poşmane.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.